Swêdeke bihêztir ji bo te
Nuha dora te ye.
Em ê Swêdê bo te bi vî awayî bihêztir bikin.

Swêdeke bihêztir ji bo te
Li vê payîzê tu jî beşdarî biryaran dibî ku rêça welatê me dê bi kîjan alî ve biçe. Em ji bo hevgirtinê ne ji bo perçebûnê sozê didin. Em ji bo veber-hênanê ne ji bo kêmkirina butceyê sozê didin. Swêd demeke dirêj e ku lawaz bûye û em dixwazin bo te Swêdê dîsan xurt bikin.
Em Sosyaldemokrat em dersa xwe hîn bûne û vegeriyane ser bingehên xwe. Sê sal in em li ser çareseriyan dixebitin ku pirsgirêkên îro çareser dikin û Swêdê ji bo demên dijwar amade dikin. Em nuha partiyeke rasttir û çalaktir in. Bi armanca baştirkirina jiyana rojane ya mirovên kedkar û xurtkirina hevgirtina civakê.
Nuha dora te ye.
Piştî salên enflasyona bilind, bilindbûna buhayên xwarinê û kêmkirina bacên mezin bo kesên dewlemend, divê êdî dora mirovên asayî yên xwedî kar û meaşên asayî be. Neh ji deh kesan bi polîtîkayên me bêhtir pere di berîka xwe dê bibînin.
Em dixwazin li dijî bêkariya herî bilind tê bikoşin. Her kesê ku dikare bixebite divê bixebite. Swêd pêdivî bi siyaseteke mezinbûnê ya pêşverû û nûjen heye. Veber-hênanên di warê xizmetguzariya civakî û guherîna îklîmê, tê wateya peydabûna karên bêtir li seranserî welêt.
- Karens’a neheq divê were rakirin.
- Karensa ku li hemî jiyana xwe xebitîne, teqawidiya bilindtir.
- Zextên girantir li ser bankan û şîrketên xwarinê.
- Parastin li dijî bihayên bilind ên elektrîkê.
- Zêdekirina alîkariya zarokan û lênêrîna diranan a belaş jibo ciwanan.
Tu di kîjan qonaxa jiyanê de bî, divê tu ewle bî û piştgirî û alîkarîyê werbigirî. Liewre, hejmareka bêtir a karmendan ji bo dibistanê, lênêrînê û çavdêrîyê pêdvî ye da wan ji bo te demeke bêtir hebe.
Divê pereyên dibistanê li dibistanê bimîe û divê mamoste bêhtir dem bo zarokê ku destê xwe bilind dike û zarokê ku destê xwe qet bilind nake veqetînin. Em ê lênêrî-na kal û pîran xurttir bikin, şertên karmendan baştir bikin û misoger bikin ku ew swêdî biaxivin, ji ber ku pîrbûn li Swêdê divê bi ewlehî be.
- Kurtkirina demên libendemayinê lênêrînê.
- Zêdekirina mamostayan li dibistanê.
- Qedexekirina qazancê li dibistan û pêşdibistanan.
- Bêhtirkirina karmendan û şertê zanîna zimanê swêdî di
çavdêrîkirina kal û pîran de.
Sûc her ku diçe nêzîkî jiyana rojane ya mirovan dibe û ev rewşa taybet a cidî, pêdiviya rêbazeke nû destnîşan dike. Ji ber vê yekê em dixwazin ciwanên ku di xetereyê de ne destnîşan bikin û serokên çeteyan bi qanûneke mafyayê desteser bikin.
Gef ji derve jî tê. Ji ber vê yekê, divê kapasîteya leşkerî ya Swêdê bi lez were ava-kirin, di heman demê de em dixwazin beşên girîng ên civakê, wekî rêhesin, lênihêrîna tenduristiyê, elektrîk û dabînkirina xwarinê, werin xurtkirin. Em amade ne ku hevkariyê bikin û piştgiriyeke siyasî ya berfireh biafirînin da ku Swêdê ewle bikin.
- Parastina demokrasiya Swêdê û şêwazê jiyana me.
- Divê hêza parastinê ya leşkerî û sivîl were berfirehirin.
- Rawestana tund ya li dijî sûc û sedemên wan.
- Qanûneke mafyayê divê serokên çeteyan desteser bike.
- Li Swêdê divê çi herêmên bi risk tune bin.
Polîtîkaya me ya derbareyê warên din, tu dikarî li ser socialdemokraterna.se bibînî.
Silav!
Ez ji Swêdê hez dikim, lê ev demeke pir dirêj e ku ev welat ji hev dikeve û lawaz dibe. Rewşa kesên ku ked dane xerabtir bûye.
Min pilanek heye ku vî welatî dîsa ji bo te xurt bikim. Ez dixwazim hevka-riyên fireh û xurt ava bikim ku encamên rastîn pêşkêş bikin û jiyana rojane baştir bikin. Di van demên ne diyar ên ku em tê de dijîn de, ji her demê girîngtir e ku berjewendiyên Swêdê di serî de bin.
Ez soza her tiştî nadim her kesî. Lê piştî gelek salên dijwar, divê nuha dora te û dora malbata te be. Ev e soza min bo te.
Di 13ê Îlonê de, tu dikarî hilbijêrî. Ez baweriya te dixwazim ji bo rêberiya Swêdê, da ku em karibin vî welatî ji nû ve û xurttir ava bikin.
%20(2)%20Ska%CC%88rmavbild%202026-04-14%20kl.%2017.32.35.png)
%20Ska%CC%88rmavbild%202026-04-14%20kl.%2017.32.44.png)
%20s_ikon_Spargris.png)
%20Skold.png)